YASA - Navenda Kurdî ji bo
Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî
  
                                                                          

    
        English    Kurdî    Deutsch   عربي
 

 YASA çiye?

 Rapor

 Dokûment

 Dosyê

Çalakî

Yasa  Têklî

 

 

  

 

     
 

 

Yekîtiya Netewan

OHCHR

Yekîtiya Ewrûpa

Ancûmenê Ewrûpa

OSCE 

Lîga Erebî

Human Rights Watch

Amnesty International

MRG

Lînkin din

Pişgirtina karê me bike 

Danezana navnetewî ya mafên mirova
Ji aliyê civîna giştî ya yekîtiya netewan di 10. cilêpêşî 1948 ê li ser hatî biriyardan
Wergêr: Ziya Brahîm
 


Bo xwendina Danezanê li vir bitikîne PDF

---------------------------------------------------------------

Sûrî û guhartin… Çareserkirina doza kurdî

Ji nîvê meha Adara 2011-ê ve gelê Sûriyê li hemberî rejîmê serî hilda û doza demokrasî û rêzgirtina mafên mirov kir. Gelê Sûriyê li hemberî rêjîmekê ku ji nav welatên erebî ji xurtirîn rêjîmên çewisander e, serî hilda. Bersiva rêjîmê ji xwepêşandanan re vê yekê  pesend dike. Gelek xwepêşandêrên ku doza azadî, demokrasî û rêzgirtina mafên mirov dikirin, hatin kuştin.

Bo xwendina Memorandum li vir bitikîne PDF

-----------------------------------------------------------------

Bang - Piştgirtiya xwepêşendarên aştiyane di Sûryê de bikin

Piştî ku bayê demokrasiyê bi ser Tûnis û Misirê de hat û ew ji stemkarî û çewisandinê rizgar kirin, gelên wan welatan êdî dikarin bi azadî jiyana xwe berdewam bikin û welatên xwe bi kirasê demokrasiyê bixemilînin. Nuha jî ew ba berê xwe dide Sûriyê. Ev demek e, ku li bajarên Sûriyê weke Deraa û Laziqiyê hêzên ewlekariya rêjîma Baas bi agir û guleyan gelê xwe dikuje. Ew gelê ku bi awayekî aştiyane daket kolanan û doza azadiya xwe kir, bi gule, tang û topan hate pêşwazîkirin.  Gelo guhartinine mezin li pêşiya Şûriyê ne?

Wek tê zanîn, ku Sûriyê wek welatî di Rojhilata Navîn de ji bo siyaseta navnetewî cihekî baş digire û roleke herêmî ya girîng dilîze. Nexasim ku dixwaze li gel Ewropayê lihevhatineke hevbeş a aborî pêk bîne. Di dîroka Sûriyê de gelek bûyerên balkêş pêk hatine, wek bûyerên sala 1982-ê li Hema û Helebê û yên 12-ê Avdara 2004-ê li herêmên kurdan, ku rêjîmê bi awayekî tund û bi agir bersiva mirovên sivîl da. Ji bilî van bûyeran û li gorî raporên gelek dezgeh û rêxistinên mafên mirov ên niştîmanî û navnetewî rewşa mafên mirov li Sûriyê pir wêran e.

Di deh salên dawiyê de Sûriyê bi awayekî fireh mafên mirov bin pê kirine, pir kuştin, girtin û azarîkirin pêk anîne. Helbet hindekahiyên netewî û olî wek kurdan, kesên rikber, nivîskar, rewşenbîr û gelek çalakvanên mafên mirov ji tevan bêtir pêrgî van kiryarên hovane hatine û hîna jî tên. Piştî ereban, kurd li Sûriyê netewa mezin a didoyê ye. Ji ber vê yekê jî rêjîmê her demê hewl daye û hîn dide, ku vê netewê ji holê rake.

Rêjîmê ji destpêka desthiladariya xwe ve dest bi siyaseta erebkirinê kiriye. Di sala 1962-ê de 120 hezar welatiyên kurd ji nasnameya Sûriyê bêpar kirine, ku aniha hejmara wan kesan gihaye 300 hezar mirovî , di sala 2004-ê de rêjîmê gelek xortên kurd li herêmên kurdan kuştine û zindan kirine. Herwiha ta roja îro siyasetvan, nivîskar, rewşenbîr, xwendekar, leşkerên kurd di artêşa Sûriyê de û çalakvanên mafên mirov ên kurd têne kuştin an jî girtin û di zindanan de têne azarîkirin. Ev jî dibe sedemeke mezin, ku kurd koçbarî welatên Ewropayê dibin, lê mixabin li wan welatan jî bêpar dimînin. Ne tenê wisa, lê belê pêrgî hin yasayên giran jî dibin, nexasim peymana vegerandina 7 hezar penaber, ku di sala 2008-ê de di navbera Elmanya û Sûriyê de pêk hat, ya ku bûye sedema tirseke mezin li ba penaberên kurd ên Sûriyê. Lewre jî divê ev peyman yekser bête rawestandin û penaberên kurd mafê mayînê bistînin. 

Lewre em bangekê li hemû alavên ragihandê re dikin, ku bi erkê xwe rabin û raporan derbarê rewşa rojevî ya Sûriyê biweşînin û belav bikin. Ji ber ku gelê Sûriyê pêdiviyeke wî ya mezin bi alavên ragihandinê heye, da ku şoreşa xwe ya aştiyanê li dijî rêjîma Baas li Sûriyê berdewam bike û bi azadiyê şah bibe. Welatiyên Sûriyê ji bo azadiya xwe bi awayekî aştiyane tê dikoşin… Gelê Sûriyê li hêviya alîkariya we ye, ku hûn bi erk û berpirsiyariya xwe ya dîrokî rabin.

--------------------------------------------------------------

YASA e.V. - Konfiransa Mafnasên Rojavayê Kurdistanê - YASA û doza Kurdî li hundir û derveyî welêt.
 

Komela YASA e.V. li Bonnê we vexwendiya Konfiransa Mafnasên Rojavayê Kurdistan - YASA û doza Kurdî li hundir û derveyî welêt dike.

Em hêvî ne ko hûn beshdar bibin, ko em bi hevdûre karibin pishtigirtina doza xwe bi rewsheke yasayî li derveyê welêt.

 

Kesên ko wê beshdarî konfiransê bibin, têkiliyê xwe ji mera bishînin:

Nav:

Navnîshan:

Telefon:

E-mail:

 

Bi hatina we emê gelekî kêfxwesh bin.

--------------------------------------------------------------------

Platforma navnetewî ji bo mafên Hidekahiyan

Rapora YASA li ser mafên beshdaribûna Kurdan li Sûriyê, pêşkeşî Platforma navnetewî kiriye, Platforma ku li Geneva - Swîsra di 14-15. 12.2010an de hate li darxistin.

Platforma îsal ya ku ji aliyê Rêxistina Netewên Yekbûyî haitbû li darxistin, ew li ser mafê peşdarbûna hindekahiyan di jiyana aborî de bû.

Ji bo xwendina rapora Inglîzî li vir bitikîne PDF

Ji bo xwendina rapora Erebî li vir bitikîne PDF

-----------------------------------------------------------------------------

Dehsala wendayî
Human Rights Watch

Piştî ku serokê Sûriyê Beşad El Esed di Tîrmeha 2000an de cihê bavê xwe wergirt, gelek welatiyên Sûriyê hêvîne mezin derbarê başkirina rewşa mafên mirov li Sûriyê danîn.

Di gotûbêja wî ya yekem de, ku di 17ê Tîrmeha 2000an de da bû, gelekî li ser (Ponijtina afirêner) axifî û diyar kir, ku pêdiviyek xurt bi rexneya avaker, zelalî û demokrasiyê heye.

Piştî deh salan diyar bû, ku ev hêvî man xumavek li ser kaxetê û tu gotinên B. El Esed di warê karê desthilatdarî de, ji bo başkirina rexne, zelalî û demokrasiyê, pêk ne hatin.

Di bin seywana desthilatdariya Beşar El Esed de binpêkirina mafên ramyarî û çandî ya Kurdan berdewam bûye, nexasim berdewamiya qedexekirina fêrkirina zimanê kurdî li dibistanan û herwiha qedexekirina kombûnên şahî û festîvalên kurdî mîna cejna Newrozê (Sersala kurdî)

Ji bo xwendina raporê bi zimanê inglîzî li vir bitikîne PDF

-----------------------------------------------------

Kurdên bê nasname li Sûriyê - Koçberên neqanûnî yan goriyên siyaseteke neteweperest?
KurdWatch - Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî ye

Di 23ê tebaxa 1962ê de hikûmeta Sûriyê bi mersûmê jimar 93 biryara serjimartineke awarte ji bo parêzgeha Hisiçayê da, ku di 5ê cotmeha 1962ê de pêk hat. Di encama wê de 120 000 Kurd nasnameya sûrî winda kir û bi wê re mafên bingehîn ên welatiyan jî windabûn. Ji ber ku herweha zarok û zarokên zarokên kesên bê nasname yên qeydkirî (ecnebî, bi kurdî »biyanî«) li wan tê kirin, bê nasname ne, di pêncî salên dawî de hejmara kesên ecnebî berdewam zêde bû.

Ji bo xwendina raporê bi zimanê kurdî li vir bitikîne PDF
An li ser malpra KurdWatch li vir bitikîne

-----------------------------------------------------

Rapora YASA ji Netewên Yekgirtî re bo vepirsînê derbarê azarîkirin û kuştina leşkerên Kurd di artêşa Sûriyê de

Di vê demê de stratîjiyeke nû li hemberî gelê Kurd li Sûiyê pêk tê. Ew jî azarîkirin û kuştina leşkerên Kurd di artêşa Sûriyê de ye. Ji ber ku hêzên salixgeriya Sûriyê her tiştî derbarê bûyerên azarîkirin û kuştina leşkerên Kurd di artêşa Sûriyê de vedişêre,rêxistinên mafên mirov nikarin bi bi belgeyan van bûyeran pesend bikin. Ji beriya 5 salan ve û heya aniha 35 leşkerî di dema pêkanîna erkê parastina welat de di artêşa Sûriyê de di rewişne nepend de jiyana xwe ji dest daye. Ji malbatên wan re tenê tê ragihandin, ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye bêyî ku sedemên mirinê bêne diyarkirin. Herwiha hêzên salixgeriyê agahiyên ne rast derbarê mirina wan didin malbatên wan. Malbat jî neçar dimînin, ku her tiştî bipejirînin, daku bi kêmanî cendekên zaroyên xwe bi dest bixin û kari bin wan binax bikin.

 Ji bo xwendina raporê bi zimanê Ingilîzî li vir bitikîne PDF

Ji bo xwendina rapora hin rêxistinên din li vir bitikîne

----------------------------------------------------

Zanîngeha Rheinische Friedrich. Wilhelms a Bonnê,  Amojgeha Rojhilat û Zanistiyên Asyayê- Beşê Islamnasiyê bi hevkariya  Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî YASA e.V.  û Komeleya Xwendekarên Kurd li Bonnê RAMAN

Korsê zimanê Kurdî (Zaravayê Kurmancî) ji bo pêşxistina mamoste û axêverên Kurdiyê li dar dixe. Armanca vî Korsî ew e, ku kesên baş bi zimên dizanin kari bin zimanê Kurdî weke zimanekî biyanî bidin fêrkirin. Bi vî awayî ew kesên, ku tev li Kors bibin, dê di dema bê de kari bin di dibistanên Elmanyayê de waneyên zimanê Kurdî weke zimanekî biyanî li dar bixin û bidin fêrkirin. Herwiha ev Kors derfetê dide kesên, ku radeya Kurdiya wan nîvenîv e, ku kari bin di riya bûjenên (Materyelên) pêşketî re di kêmî şeş mehan de Kurdiya xwe li pêş bixin û bigihînin radeyeke bilind.

Li dawiya Kors dê ezmûneke devkî herwiha yeka nivîskî jî hebe, ku dema bêne qezenckirin dê bawernameya (Zertefikat a Zimanê Kurdî weke Zimanekî biyanî) bête wergirtin.

Kesê, ku vê bawernameyê (Zertefikat) bi dest bixe dê kari be li hemû dibistan û zanîngehan waneyên rêzimana Kurdî li dar bixe û Kurdî bide fêrkirin.

Ji bo agahiyên firehtir, derbarê aramanc, mebest, mercên tevlêbûn û bihayên Kors van Lînkên jêrîn bitikînin:

http://www.ioa.uni-bonn.de/abteilungen/islamwissenschaft/sommerkurse 

an   http://www.raman.uni-bonn.de/deutsch/event_25.htm

------------------------------------------------------------------------
 

Çewsandina mafê Kurdan ya rêzanî û çandî li Sûriyê
Human Rights Watch


Rêxistina mafê mirovan Human Rights Watch, bang li Yekîtiya Ewropa û Amarîka kir, ku ew zorê bidin ser rêcîma Sûriyê ji bo ku rewşê Kurdan baştir bike û mafê wan bi de wan. Herwha HRW ji YE û USA xwest ku ew pêşxistin û xurtkirna pêwendiyên xwe bi Sûriyê re bi parastina mafê mirovan ve girêdin.

Ji bo xwendina rapora HRW li ser rewşê Kurdan li Sûriyê, bi Înglîzî li vir bi tekîne PDF
Ji bo xwendina rapora HRW li ser rewşê Kurdan li Sûriyê, bi Erebî li vir bi tekîne PDF


-----------------------------------------------------------------------------------------

Platforma navnetewî ji bo mafên Hidekahiyan

Rapora YASA li ser mafên beshdaribûna Kurdan li Sûriyê, pêşkeşî Platforma navnetewî kiriye, Platforma ku li Geneva - Swîsra di 12-13. 11.2009an de hate li darxistin.

Platforma îsal ya ku ji aliyê Rêxistina Netewên Yekbûyî haitbû li darxistin, ew li ser mafê peşdarbûna hindekahiyan di prosêsa ramyarî de bû.

Ji bo xwendina rapora Inglîzî li vir bitikîne PDF

Ji bo xwendina rapora Erebî li vir bitikîne PDF

-----------------------------------------------------------------------------

Festîvala helbesta kurdî

YASA e.V. Navenda Kurdî jibo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî û Komîta festîvalê Festîvala helbesta kurdî li derveyî welêt di 24. 10. 2009 li Bonn ê lidarxisten û we vexwediya festîvalê bo guhdariya helbesta kurdî û Almanî dike.

Ji Kaat 14:00 ta 19:00 li König Str.: 88 - 53115 Bonn.

--------------------------------------------------------------------------------

Rewşa Kurda li Sûriyê
Fermangeha Penaberiyê- Swîsre 

Zimanê kurdî bi rengek fermî li Sûriyê nehatî pejirandun û fêrkirna wê di dibistanan de qedexe ye, û çalkiyên çandî bi zimanê kurdî jî tên qedexekirin, û herweha ala kurdî jî li Sûriyê qedexe ye. Lê cejna Newrozê li herêmên kurdî tê lidarxistin.

Di distura Sûriyê de avakirna partiyan li ser bigehên netewî (ethnic) an jî olî qedexe ye. Rast e ku 13 – 15 partiyên kurd hene; lê ew ji aliyê hêzên ewlekariyê di bin çavdêriyek xort de ne.

Ji bo xwendina raporê bi zinamê almanî, li vir bitekîne PDF 

-------------------------------------------------------------------------------------------

Rewşa panaberên kurd li Almanye

Navenda kurdî ji bo lêkolîn û rawêjkariya yasayî- YASA, we vexwendî simînarekê li bajarê Bochum- Almanye dike.

Babet:

- Rewşa panaberên kurd li Almanye û peymana di navbera Sûryê û Almanye de ji bo vegerandina penaberên kurd ên ku daxweza penaberiya wan nehte pejirandin….

- Danasîna kar û çalakiyên YASA, û herwaha têkliyên wê bi partiyên kurd û rêxistin û dezgehan re çi li Almanye û çi li weltên cûrecûr..

Dem: Roja Şemiyê 25.07.2009 Kat 17:00
Cih: Kultur Cafe
Universitätsstrasse 150
44801 Bochum

-----------------------------------------------------------

Doza kurdî û mafê mirovan
nêrînek stratîcî


Navanda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî – YASA, ji bo kesên kurd ên di warê maf, siayset, aborî û ragihandinê de pispor, sêminarekê- workshop di 04.07.2009 li dardixîne.
Ji bo beshdariyê û agahiyên ferehtir:
[email protected]

------------------------------------------------------------

Kurd li Sûriyê: alîkarî ji bo tevgerên cudekar?
Dr. Radwan Ziadeh- Întstîtyuta amrîkî ji bo aştiyê (United States Institute of Peace - By Radwan Ziadeh )

-Kurd li Sûriyê ji mafên xwe yên civakî, çandî û rêzanî bêpar mane. Herwha gelek ji wan jî bê nasmane û mafê hemwelatiyê ne.

-Rekberê Kurd ya rêzanî li Sûriyê qedexe ye. Hin Kurd li welatên dî daxweza dewletek serbixwe dikin. Lê Kurd bi gelemperî ne bi wê daxwezê re ne û ew bi şêweyek aştiyane û dêmokratîk doza mafê xwe dikin.

-Rêforma dêmokratîk li Sûryê, a ku wê mafê mirovan ji bo Kurdan û hemwelatiyên din Pêşxîne, demek dirêj jê re dive ta ku nakukiya di navbera Kurdan û Sûryê de ji holê rake

-Pirsgirêka Kurdan li Sûriyê nayên çareser kirin, bê ku mafê mirovan û mafê daniştinê li welatê wan bête çespandin.

-Dive ku USA û EU her şêweyên dîplomasî ji bo çespandina rêforman di Sûriyê û herêmê de bi karbînin.

Ji bo xwendina rapora Inglîzî, li ser vê lînkê bitekîne

*Ev Text ji aliyê YASA hatiye wergerandin

--------------------------------------------------------------------------

Kurdên Sûriyê: Dîrok, Ramyar û Civak
Nivîskar: Jordi Tejel

Ev pirtûk dîroka Kurdan di Sûriyê de ji dema dagirkirna ferensî di sala “1920 – 1946” ta roja îro ronî dike.

Di prtûkê de nivîskar hewl dide xwe ku ji aliyekî têkilya di navbera êlî, herêmî û nasnameya netewî de anelîze bike, û ji aliyê din têkliya di nav bera zanistiya netewî ya kurd li hember xurtbûna netwîtiya erebî li Sûriyê anelîze bike.

Nivîskar Jordi Tejel di nivîsandina pirtûkê de gelek belgeyên ji dema dagirkera ferensî ku nehatine weşandin bi kartîne û herweha rojnamên kurd, ta ku sedemên derxistna Kurdan ji jiyana ramyarî li Sûriyê aşkere bike û bi taybet ji sala 1963 de.

Herweha pirtûk xurtbûn û pêşketina zanistiya netewî ya kurdî li Sûriyê di demên dawî de şîrove dike. 

Ji bo xwendina beşê yekemîn ji pirtûk, li ser vê lînkê bitekîne

Ji bo kirîna pirtûkê, li ser vê lînkê bitekîn

-------------------------------------------------------------------------

Platforma navnetewî ji bo mafên Hidekahiyan

Rapora YASA li ser mafên Perwerde û Hînbûnê ya Kurdan li Sûriyê, pêşkeşî Platforma navnetewî kiriye, Platforma ku li Geneva - Swîsra di 15-16. 12.2008an de hate li darxistin.

Platforma îsal ya ku ji aliyê Rêxistina Netewên Yekbûyî haitbû li darxistin, ew li ser mafê Perwerde û Hîbûnê ya hindekahiyan bû.

Ji bo xwendina rapora Inglîzî li vir bitikîne PDF

Ji bo xwendina rapora Erebî li vir bitikîne PDF

 

 

              

    Copyright © 2005-2009 YASA,  All rights reserved.